14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
BRUKSEL
Parlementera HDPê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturk û Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildizê der heqê wan de biryara binçavkirinê heye bi Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan ê Parlementoya Ewropayê (PE) Gîannî Pîttella re hatin bal hev.
Ozturk û Sariyildizê di çarçoveya lêpirsîna terorê de, derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayin li PEyê hatin pêşwazîkirin. HDPyîyên qaçax bi Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan ê PEyê Pîttella re hatin bal hev.
Pîttella li ser hesabê xwe yê Twîtterê, wêneyek hevdîtinê parve kir.
Di serî de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên Tirk her tim YE û PEyê ji ber piştevaniya didine terorê rexne dikin.