03 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
HELEB
Fermandarê Eniya Bakur ya Artêşa Îslamê ku yek ji komên mixalifên Surîyeyê Ebû Faris got, "PYDya baskê PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê hewl dide ku têkiliya mixalifên navenda Helebê ji Îdlibê bibire. Em têkoşînê li dijî vê yekê didin û em hewl didin bibin rêgirê propagandaya rêxistinê."
Rêya Kastilloyê ji navenda Helebê ber bi Îdlibê û ji wêderê jî tê qada di bin kontrola mixalifan ya nêzîkî sînorê Tirkiyeyê. PYD û rejim bi hevkarî dixwazin ew korîdora mirovî bê girtin. Şêx Meqsûda di destê PYDê da xwedî girîngiyeke stratêjîk e. PYD ji wê herêmê va ji mixalifan ra dibe asteng.
Fermandarê Eniya Bakur ya Artêşa Îslamê ku yek ji komên mixalifên Surîyeyê Ebû Faris destnîşan kir ku PYDê di serê meha çûyî da li Şêx Meqsûdê çekên kîmyayî bi kar aniye wiha got, "Di wê operasyonê da me Mûşekên Fîl bi kar anîn. PKK jî ev êrîş weke êrîşa kîmyayî da nîşandan. PKKê ev propaganda di mizakerayên Cenevreyê da kirin. Bi vê yekê xwest ku mixalifan li derveyê sefê bihêle."
Faris der barê agirbesta demkî û qismî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku 27 sibatê dest pê kir got, "Ew pêvajo ji bo ku bihêz bibe û wext jê ra fire bibe, di berjewendiya Esed da bû."
Faris anî ziman ku roja pêşî va rejim agirbestê îxlal dike û got, "Em demekê ji vê ra bêdeng man, lê me dî ku êrîşên rejimê zêdetir bûn, me mafê xwe yê rewa yê berevaniyê bi kar anî û li Heleb, Lazqiyê, Hema û Humsê me dest bi operasyonan kir."