Fatih Gazioğlu
02 Tebax 2019•Rojanekirin: 03 Tebax 2019
Bi milyonan namzedên hecîtiyê ji bo bicîanîna ferza hecê li axa pîroz in. Namzedên hecîtiyê ji bo îbadetê xwe li Ke'beya Muezem û derûdorê wê bikin dikevine pêşbaziyê.
Namzedên hecîtiyan ên ku nêzî Eyda Qurbanê ber bi Mekkeyê va diçin, bi roj Ke'beya Muezeme tewaf dikin.
Li Ke'beyê ferqa mezheb û miletê ji holê radibe, li vir hemû dibin yek û ji bo armancekê tên bal hev.
- Zarok li ser milan, kal û pîr jî li ser bi sendeleyayên biteker îbadetê xwe dikin
Hin namzedên hecîtiyê zarokên xwe jî ji xwe ra anîne. Zarok li ser pişta bavên xwe Ke'beyê tewaf kir. Hin kesên kal û pîr jî li ser sendelyayên biteker îbadetê xwe dikin.
Ji namzedên hecîtiyê Ramazan Olmez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber dîtina Ke'beyê gelekî bi kelecan e û wiha axivî: "Ev der mala Xwedê ye. Em jî li vir mêvanên Xwedê ne. Em niha jî îkramê Xwedê îstifade dikin. Em wê îkramê di dilê xwe da hîs dikin. Îfadekirina vê hîsê bi ziman gelekî zor e."
- "Em ê înşellah ji vir paqij vegerin"
Ji namzedên hecîtiyê Ayşe Bolukbaşiya 71 salî jî got ew ji bo ferza hecîtiyê hatiye vir û wiha axivî: "Me xwe sparte Xwedê. Em ê înşellah li vir paqij bin û wisa vegerin."
Hin namzedên hecîtiyê yên ku cî tune li Ke'beyê nimêj bikin li derûdorê îbadetê xwe dikin. Namzedên hecîtiyê hin caran bêhna xwe vedidin û ava zemzemê vedixwin.
Hin namzedên hecîtiyê bi xwendina Qur'ana Pîroz û diayan wextê xwe dinirxînin.