İbrahim Atmaca
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Bi organîzasyona Serokatiya Karên Diyanetê va hecacên ku wê herin axa pîroz li Termînala Çûyînê ya Xetên Dereke ya Balafirgeha Sabîha Gokçenê bi dia û giriyan va hatin oxirkirin.
Beriya ku qefleya ewil a hec rêkeve li Termînala Xetên Dereke merasim hat lidarxistin, nêzî 200 hecac, eqrebayên wan û welatî beşdarî merasimê bûn.
Miftiyê Stenbolê Hasan Kamil Yilmaz di merasimê da axivî û hecacên ku wê herin axa pîroz, tebrîq kirin.
Alîkarê Waliyê Stenbolê Mehmet Alî Ozyîgît jî ji hecacan daxwaz kir ku seba welat û miletê me dia bikin.
Piştî merasimê 156 hecac û 6 wezîfedar ji bo ku herin axa pîroz bi diayan hatin oxirkirin.
Ji hecacan Safure Karaş û mêrê wê Alaaddîn Karaş gotin ew 11 sal e li bendê ne ku herin axa pîroz û wiha dewam kir: "Xwedê têxe nesîbê hemû misilmanên ku dixwazin herin. Em pir kêfxweş in. Em şabûna heta sibê ranezan. Kêfxweşiyeke wiha tuneye."
Ji qefleyê Emîne Cibizê jî got, "Ez pir kelogirî me, pir kelecanî me. Xwedê ev roj kir nesîb, emir da, silametî da. Ez 70 salî me. Ez êji welatê xwe, miletê xwe, şehîdên me û Serokomarê me ra dia bikim."