Elif Orhan
2016 ж. 15 қыркүйек•Rojanekirin: 2016 ж. 15 қыркүйек
MÎNA
Misilmanên ji bo ku îbadeta xwe ya hecê bi cî bînin li axên pîroz in di roja sêyemîn ya cejnê de li recma şeytan berdewam in.
Ji heciyên ku ji bo îbadeta hecê li axên pîroz in kesên ku dê zû ji Mînayê biçin jî îro cara dawîn şêytan recm kirin.
Bi sedhezaran hecî hatin qada recmkirina şêytan bûn sedem ku li qada recmkirina şeytan a ku piştî îzdixama ku par qewimî hat çêkirin, qerebalixek çênebe. Salên borî wekî îro qeza û îzdixam çêdibûn (roja sêyemîn a eydê) lê îro li qadê tu tiştên neyinî neqewimîn. Heciyên dixwazin ku ji Mekkeyê derkevin piştî qada recmkirina şêytan dê biçin Kabeyê, tewafa wedayê bikin û îbadeta xwe ya hecê temam bikin û vegerin welatên xwe.