EKÎP
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
CENEWRE
Nasir Herîriyê Serokê Komîteya Bilind a Mizakereyan (KBM) ya ku bi destê sûriyeyiyan hat avakirin got hedefa wan ew e ku bêyî Beşar Esed têkevin nav rêveberiya derbasbûnê ya siyasî ya li Sûriyeyê.
Herîrî beriya hevdîtinên tura 8an a li ser Sûriyeyê ya ku li bendê ne sibê li Cenevreya bajarê Swîsreyê bê kirin civîna çapemeniyê li dar xist.
Herîrî diyar kir ku mixalefeta Sûriyeyê wek "yekbûyî" hate vê tûrê û got, "Em îro hatin Cenevreyê ku nîşan bidin ji bo çareseriyeke siyasî hewla xwe didomînin. Em li vê derê gelê Sûriyeyê yê ku welatekî demokratîk û azad dixwazin temsîl dikin."
Herîrî diyar kir ku heyeta mixalefetê yekbûyî hate Cenevreyê hêviya wan ew e ku heyeta rejimê jî ji bo çareseriyeke mayîn amade bin û wiha pê da çû: "Ligel vê hêviyeke me ya mezin jî tune. Rejim hê jî ji bo pêşîlêbirîna hevdîtinên siyasî teqtîqan diceribîne. Em niha dibînin ku rejim nehatiye vê derê. Ev jî helwesta rejima ku ji bo hevdîtinên çareseriya siyasî neyên kirin tesdîq dike.
- "Rejim kuştina sivîlan didomîne "
Herîrî got di mijara Sûriyeyê de di serî da Neteweyên Yekbûyî hemû civaka navneteweyî divê zextê li ser rejima Esed bike û wiha axivî: "Li qadê ji bo muzakereyan tê dîtin ku rejim muxatabekî cidî nîne. Bi tenê li du stratejiyên leşkerî ne. Ji meha îlonê vir va Heleb, Hema, Îdlib, Şam û herêmên din ên li Sûriyeyê bomberana li hember sivîlan dewam dike. Em niha li vir diaxivin, rejim herêmên ku "rageşî tê kêmkirin" jî bombebaranê dike. Duh di êrîşa esmanî ya rejimê de di nav de jin û zarok jî 10 sivîl hatin kuştin."
Herîrî got li Sûriyeyê hewcedariya ji 400î zêdetir sivîlan ên ku hatine dorpeçkirin bi alîkariyê heye, bi sed hezaran girtî jî di asta mirînê de ne.
- "Em amade ne"
Herîrî got Nunerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bangî herdu aliyan kiribû ku ew ji bo hevdîtinên Sûriyeyê amade bibin û wiha axivî: "Em li ser navê xwe amade ne. Ji bo hevdîtinan em li vir in."
Herîrî diyar kir di hevdîtinan da armanca wan ya sereke di destpêka heyama bihurbar da şandina Beşar Esed e û got em ê sibê li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bi Mîstura ra bicivin.
- "Divê Amerîka helwesteke bibiryar nîşan bide"
Nasir Herîrî li ser pirsa alîkariya ku Amerîka dide PKK/PYDyê wiha got: "Berê jî Amerîkayê bi behaneya şerê dijî DEAŞê alîkarî da PKK/PYDyê. Heger alîkarî dewam bike ev nîşan dide ku planeke wan heye. Heger Amerîka li Sûriyeyê îstiqrara herêmê dixwaze divê Amerîka helwesteke bibiryar nîşan bide."
Herîrî destnîşan kir PKK/PYD li Sûriyeyê tevlî sûcên curbecur bûye.
Tê plankirin li Cenevreya bajarê Swîsreyê sibê hevdîtinên tûra 8emîn ya Sûriyeyê dest pê bikin. Heger lijneya rejimê beşdar bibe teref wê mijarên rêvebiriya bihurbar, destûra bingehîn, hilbijartin û têkoşîna dijî terorê gotûbêj bikin.
Nasir Herîrî ji meha sibatê vir va serokatiya lijneya mixalifan ya hevdîtinên Sûriyeyê li Cenevreyê dike.