TEL AVÎV
Îsraîlê di 7ê tîrmehê de dest bi êrîşên xwe yên li ser Xezeyê kir û êrîşan 51 rojan domand. Hat ragihandin hejmara îsraîliyên ku di van êrîşan de mirin derket 71an.
Di daxuyaniya ji artêşa Îsraîlê hat kirin de hat diyarkirin ku Nathanîel Mamayê 21 salî yê ku li bajarê Aşdodê ji ber moşekê birîndar bû û dihat tedawîkirin li nexweşxaneyê mir.
Bi vî awayî di êrîşên Îsraîlê yên ku li ser Xezeyê bi qasî 51 rojan dewam kir de 66 jê leşker, 4 jê sivîl û yek jî jê biyanî bi tevahî 71 kes mirin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bi navbeynkariya Misrê ya ji bo aştiya di navbera Îsraîl û komên filistînî de bi saya agirbesta ku di 26ê tebaxê hat îmzekirin ve sekinî.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ji ber êrîşên Îsraîlê 578 jê zarok bi tevahî 2 hezar û 245 filistînî hatin kuştin û 11 hezar û 100 kes jî birîndar bûn. Ji ber êrîşan 143 dibistan û 2 hezar û 276 xanî xirab bûn û êdî nayên xebatê.