07 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
BEXDA
Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm got gelekî zehmet e ku girêdayî biryarên ambargoya li ser Îranê bimînin.
Masûm daxuyanî da televizyona El Hurra Iraqê û got: "Ji ber rewşa Iraqê û têkiliyên me bi Îranê re, zor e ku em biryara Amerîkayê li ser ambargoya Îranê bicih bînin."
Masûm diyar kir ku divê Iraq di rewşa şer û pevçûnê de nebe alî.
Serokwezîr Heyder Ebadî jî li Bexdayê civîna çapemeniyê saz kir û wiha nirxandina xwe anî ziman:
"Em wek Iraqê li dijî ambargoyên navneteweyî ne. Iraqê tecrubeya vê derbas kir. Zextan welat û milletê me westandin."
Ebadî wek din jî got ewê xelkê Iraqê bifikirin û li gorî wê hereket bikin û wiha axivî:
"Emê bi ambargoyên li ser Îranê re eleqedar nebin. Lê ji bo xelkê me zirarê nebîne emê girêdayî van bimînin. Di encamê de em nikarin ji derveyî sîstema aboriya navneteweyî bimînin."