Wezîrên karên derve yên 60 dewletên ku di koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê de ne li Brukselê civiyan û deklerasyoneke hevpar weşandin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku "Li Sûriye û Iraqê pêşveçûna DAEŞê hat sekinandin."
Di deklerasyonê de hat gotin ku seferberiyeke serkeftî ya li dijî DAEŞê dem dixwaze û hewcedarî bi midaxeleyeke hevkar û kordîne heye.
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku hin dewlet ji bo têkbirina DAEŞê pêwistiyê bi operasyonên bejayê dibînin û bang kirin ku divê piştgiriya ji bo mixalifên ku li dijî rejima Esed, DAEŞ û El Nusrayê şer dikin, zêde bibe.
Di deklerasyonê de ji ber alîkariya ku dan penaberên Sûriyeyê sipasiya Tirkiye, Urdun, Lubnan û Iraqê hat kirin.
Dewletên koalîsyonê li hev kirin ku herî kêm di nav 6 mehan de wezîrên karên derve bên bal hev û rewşê binirxînin.