03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
ELBEYLÎ
Di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê ku li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê dijî tehdîdên terorê tê kirin da grûbek wesaîtên bizirx ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji bo piştgiriya Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) ji Elbeyliya navçeya Kilîsê derbasî aliyê navçeya Çobanbeyliya aliyê Sûriyê bû.
Hêzên TSKê yên ku ji Elbeyliya navçeya Kilîsê derbasî aliyê Sûriyê bû, ji gelek wesaîtên bizirx pêk tê.
Navçeya Çobanbeyliyê ku dikeve bakurê Helebê, di kontrola ASAyê da ye.
Çobanbey û navçeya Ezezê li kêleka hev in û Ezez jî di destê mixalifan da ye. Di nav çend mehên dawîn da Çobanbey di pevçûnan da carê carê dikete destê ASA û DAEŞê.
TSK ji bo ku tehdîdên rêxistinên terorê werin berterefkirin, ewlehiya hidûd xurt bibe û ji bo piştgiriya hêzên koalîsyonê harekata "Mertalê Feratê" di 24ê tebaxê da dabû destpêkirin. ASAyê di harekatê da ji bilî Cerablûsê ketibû navçeya Çobanbeyliyê û kontrola gundên li ser sînorê Tirkiyê bi dest xistibû.
Mixalifan li Cerablûsa ku dikve rojavayê Çemê Feratê heta Çemê Sucuya başûrê navçeyê ji DAEŞ û PYD/PKKa rêxistina terorê safî kiribû.
Hemleya ASAyê ya li Çobanbeyliyê wek merhaleyeke nû ya Hereketa Mertalê Feratê tê dîtin.
Bi vê merhaleya herekatê va tê payîn ku xeta Ezez û Cerablûsê ji mensûbên terorê werin paqijkirin.