Türkan Tosun
31 Adar 2020•Rojanekirin: 01 Nîsan 2020
Platforma medyaya civakî Twîtterê hesabên Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney dan rawestandin.
Kesên dixwazin li ser Twîtterê bikevin hesabê Xamaney rastî vê hişyariyê tên "Hesab hat rawestandin. Twîtter hesabên ku qaîdeyên Twîtterê binpê dikin dide rawestandin."
Hesabên Xamaney ên bi zimanê Farisî û Îngilizî hatin vekirin, lê yên bi Erebî, Fransî û Urdukî hê girtîne.
Ji Twîtterê û ofîsa Xamaney der barê mijarê da hê tu daxuyanî nehat dayîn.
Twîtterê demek berê jî hesabên Xamaney ji bo demekê dabûn rawestandin.