ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der heqê nefta HKIyê ya ku Tirkiye digihîne çar aliyê dinyayê de got: "Heke Tirkiye nebûya ev tişt nedibû. Bexdayê ji bo vê yekê destûr nedabû. Yê ku pêşî li vî karî vekir Tirkiye bû."
Yildiz heyeta çapemeniyê ya ku ji HKIyê hat ezimand, têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de nirxand û pirsên ku jê hatin kirin bersivand.
Di hevdîtina li Wezaretê pêk hat de Yildiz destnîşan kir ku asta têkiliyên navbera HKI û Tirkiyeyê ji bo vejenê gelek girîng in û Tirkiye di amadekirina hin projeyan de bi Hewlêr û hikûmeta Iraqê ya ku navenda wê Bexda ye re dixebite û wiha pê de çû: "Lihevkirinên ku me bi Bexdayê re kirin û peymanên ku me bi Hewlêrê re îmze kirin ji ber vê yekê pir muhîm in. Ev hemû pêşplanên asayîbûnê ne ku me bi hikûmeta Iraqê ya ku ji bo me bira û dost e çêkirine."
Yildiz bi bîr xist ku li gor makezagona Iraqê li devereke Iraqê heke neft derbikeve ji sedî 17 para HKIyê û ji sedî 83 jî para hikûmeta navendî ye û axaftina xwe wiha domand: "Kê ev rêje eşkere kir? Gelê Iraqê. Parlementoya Iraqê. Em nikarin bibêjin ku bila ev par ji sedî 18 û ji sedî 82 be. Ev biryara gelê Iraqê bi xwe ye. Gelek çavkaniyên xaza sirûştî û neftê yên Iraqa Bakur û Iraqê hene. Di lihevkirin û peymanên ku me îmze kir de bi tenê armancek tê xwestin. Tiştê ku li Iraqê heye bila bi edalet bê parvekirin. Tuneye nayê parvekirin, heye tê parvekirin. Ji ber vê jî lazim e em wan hebûna derbixin holê. Heta niha 82 tanker hatine barkirin."
- "Dahat ya gelê Iraqê ye"
Li ser pirseke der heqê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de jî Yildiz got: "Ev nîşan dide ku Iraqa Bakûr û Iraq ber bi asayîbûnê ve diçin. Lê dîsa jî em wisa dibihîzin ku pirsgirêk hene. Bi îzna Xwedê wê hel bibin. Armanca me ew e ku ev pergal bidome. Heke ev pergal bidome wê dahata Iraqa Bakur jî zêde bibe. Heke ev pergal dewam neke li holê dahat filan jî namîne."
Yildiz ragihand ku hin caran siyaset li ser vejenê bar e û hin caran jî vejen barê ser pişta vejenê ye û wiha pê de çû: "Ev herêm hewl dide ku gelek barên siyasî hilbigire. Armanca me ew e tevlî îstiqrara Tirkiyeyê em ji van projeyan re jî xizmetê bikin. Niha bifikirin ji 40 salî zêdetir e di wê xeta neftêya navbera Iraq-Tirkiyeyê ku em jê re dibêjin ITP de neft diherike. Înşeallah 140 salê din jî ev dewam bike. Ew dahata ku ji vê derê tê dahata gelê Iraqê ye. Ev neft ne ya Tirkiyeyê ye ya Iraqê ye. Di vê meseleyê de helwesta pozîtîf a li hemberê welatê dost û birayê xwe em ê bidomînin."
Rojnamegerekî got: "HKI ji bo firotina neftê bêyî hikûmeta navendî ya Iraqê ji Tirkiyeyê bendewar bû." û Wezîr Yildiz jî got ku Tirkiyeyê hemû biratiya xwe di vê meseleyê de nîşan da û wiha domand: "Iraqa Bakur para nefta xwe ya ku difiroşe bi xwe distîne. Meblaxa vê yekê li gor rojan diguhire. Çiqas derbixe ewqasî difiroşe. Ev reqam hin rojan dibe milyonek û nîv warîl. Neft heke bê derxistin em dikarin bişînin. Nefta ku tunebe jixwe em nikarin bişînin. Heke Tirkiye nebûya ev kar jî ji xwe nedibû. Bexdayê destûr nedabû vî karê hanê. Yê ku pêşiya vî karî vekir Tirkiye bû. Heke niha di nav dilê we de Tirkiyeyê ka niha çi kir hebe ev fikreke xelet û kêmasî jê çêdibe."
- "Normal e ku em xaza Iraqa Bakur erzan distînin"
Hat bibîrxistin ku di sala 2017yan de Tirkiye xaza sirûştî wê li gor welatên din bi bihaya nivî nivî ji Bakurê Iraqê bistîne û Yildiz ev mesele jî wiha parast: "Iraq heke bixwaze xaza xwe ya sirûştî û yan jî nefta xwe bifiroşe Îranê dikare. Heke bixwaze bifiroşe Tirkiyeyê jî dikare bifiroşe. Peyman herdu aliyan eleqedar dike, li ser ewraqê ye û li gor razîbûna herdu aliyan e. Normal e ku Tirkiye ji Iraqê xaza sirûştî erzan bikire lê ev ne wek ku tê îdiakirin ewqas erzan e."
Îdiayên ku qaşo Tirkiye bi DAEŞê re bazirganiya neftê dike jî hêla rojnamegerên di heyetê de bûn hat pirsîn û Yildiz jî got: "DAEŞ ji bo me rêxistina terorê ye, em ne alîkarê terorê ne em li dijî terorê ne. Bi van derewan ve wisa tê xwestin ku Tirkiye zirarê bibîne. Tirkiye çima tiştekî wisa bike?"
-"Ez pir hêvîdar im"
Yildiz di bersiva xwe ya ji bo pirseke din de jî got: "Ji ber ku dahatên neftê daketin Bexda jî bi awayekî baş para Hewlêrê naşîne. Ez pir hêvîdar im heke pirsgirêkên siyasî hel bibin û îstiqrar bi cih bibe û rêxistina terorê DAEŞ ji holê bê rakirin wê gelek çavkaniyên Iraqê derbikevin.
Wezîr Yildiz bal kişand ser zirarên ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê ya dibe ser xeta xaza sirûştî û got: "Bi van kirinên xwe ve dixwaze zirarê bide Tirkiyeyê. Tirkiye dewleteke mezin e. Em vê yekê ji PKKê re nahêlin. Di êrîşan de zirara herî mezin gihîşt Iraqa Bakur."