09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
NEW YORK
Nûnera Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê DYAyê Nikki Haley got: "Heta Esed îqtidar be çarêseriya siyasî ne mimkune. Dema hûn li çalakiyên Esed, rewşa xuya dike mêzekin, tê ditin ku bi Esed re hikûmetek biîstîqrar ne mimkune."
Haley di daxuyaniya ku da televîzyona CNNê de behsa pêşane û polîtîkaya Sûriyeyê yê DYAyê kir. Nikki Haley li ser pirsa ' guherîna rejima Sûriyeyê niha polîtikaya fermî yê DYAyê ye an na?' got: " Gelek pêşaneyê me hene. Pêşaneya me ne tenê çûyîna Esed e. Em ji bo DEAŞê ji têk bibin dixebitin. Ya duyemîn heta Esed îqtîdar be, em Sûriyeyeke aştiyane nabînin. Ya sêyemîn jî divê em qaweta Îranê ya li Sûriyeyê bişkînin û bigihêjin çarêseriya siyasî. Em difikirin ku dê guherîna rejimê pêk bê. Heta Esed îktidar be çarêseriya siyasî ne mimkune. Dema hûn li çalakiyên Esed, rewşa xuya dike mêzebikin, bi Esed re hikûmetek aştiyane û biîstîqrar ne mimkune."
Haley li ser pirsa 'Serokê DYAyê Donald Trûmp wê mudexeleya leşkerî ya li ser Sûriyeyê bidomîne an na' jî wiha got: "Heke hewce bike wê bike. Ji niha pê ve wê herkes li Sûriyeyê li gorî nêrîna xwe tevbigere."
Her wiha Haley got ku Ji bo aştî bê herêma Sûriyeyê dixwazin dest bi çarêseriya siyasî bikin.