Nihat Kavşut
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
MUNÎH
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva destnîşan kir di têkiliyên bi Almanyayê ra da divê berê xwe bidin ajandayeke herî pozîtîf.
Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Navneteweyî ya 54emîn da Çavuşoglu û Sigmar Gabrielê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê civiyan û daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş dan.
Çavuşoglu bal kişand ser texliyekirina Deniz Yuncelê nûçegihanê rojnameya Die Weltê û got ku ev mijar bi darazê ra eleqedar e û wiha got: "Îdianame amade nebû. Me ji Wezareta Edaletê daxwaz kir ku pêvajoya zû bimeşînin. Dadgehên serbixwe biryara xwe dan. Me ji Almanyayê xwest ku sebir bikin û biryar ya dadger û dozgeran e. Di têkiliyên bi Almanyayê ra da divê berê xwe bidin ajandayeke herî pozîtîf."
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir di konferansê da mijarên herêmî û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin û got ku ev ji bona meseleyan bû platformeke baş ku em nîqaş bikin.
Çavuşoglu diyar kir wek wezîrên karên derva ji bo bihêzkirina û pêşxistina têkiliyên Tirkiye û Almanyayê wê hewl bidin.
Sigmar Gabrielê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê ji bona berdana Deniz Yucel diyar kir ku dizane ku biryar ya dadgeha serbixwe ye.