Hakan Çopur
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
WASHINGTON
Hevdîtina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û hemtayê wî yê Amerîkî Mîke Pompeo li Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê xelas bû
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin wergirtin hevdîtina Çavuşoglu û Pompeo seetekê dewam kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de nexşerêya Minbicê hat nirxandin, herwiha îadeya serekê rêxistina terorî FETO jî hatiye rojevê.
Hat ragihandin ku dê Çavuşoglu di demeke kin de daxuyaniyê bide rojnamevanan.