Muhammet Kurşun
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
PARÎS
Sekreterê Giştî yê Qesra Elyseeê Alexis Kohler ku wek merivê herî nêzîkê yê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tê naskirin bi tawanên qezenca neheq û sûîstîmalkirina wezîfeyê rastî lêpirsînê hat.
Li gor xeberên çapemeniya Fransayê, Dozgeriya Malî ya Nîştimanî, der heqê Kohler de lêpirsîn da destpêkirin.
Di xeberan de hat diyarkirin ku lêpirsîn li ser giliyê Anticorê ku saziya dijî gendeliyê ye hatiye destpêkirin.
Di xeberan de daxuyaniya Elyseeê ya ku diyar dike îdîa "bêbingeh" û "xetayên ciddî dihewîne" jî cih girt.