DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş got ku "Mijara guherandina cihên dadger û dozgeran ji bilî helwesta AKPê ya ji bo xwe xilaskirinê tiştekî din nîne."
Demîrtaş bi Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar re li Serokatiya BDPê ya li Diyarbekirê hevdîtin kir. Demirtaş li vir axaftinek kir û diyar kir ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî gelek piştgirî da pêvajoya aştî û çareseriyê û ji Xwedê ji bo Talabaniyê ku hê jî tedawî dibe şifa xwest.
Demîrtaş pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê de bersivand û bi bîr xist ku wekîlên serokên koman bi înîsiyatîfa Serokê Parlementoyê Cemîl Çîçek re gelek caran der barê pêşniyaza qanûna LBDDyê de hatin bal hev.