CENEWRE
Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Sûriyeyê ya Ereban û NYyê Îbrahîmî got me li hev kir ku sibê muxalefeta sûriyeyî û lijneyên ku nûnertiya birêvebiriyê dikin li heman cihî bên bal hev.
Îbrahîmî bi lijneyên sûriyeyî re li avahiya NYyê ya li Cenewreyê cihê cihê hevdîtin kir û pişt re civîneke çapemeniyê li dar xist û hevdîtinên xwe nirxand.
Îbrahîmî bi bîr xist ku di çarçoveya Konferansa Cenewre-2yê de gelek welat û saziyên navneteweyî li Montroyê civiyan û da zanîn ku duh û îro jî bi muxalefeta sûriyeyî û lijneyên birêvebiriyê re hevdîtinên cihê cihê kiriye.
Îbrahîmî got ku me ji bo ku em sibê bi aliyan re li heman odeyê hevdîtinê bikin, li hev kir.