ERBÎL
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî û lijneya bi wî re ji bo hevdîtinên fermî yên Bexdayê ewil Berpirsiyarê Vejen û Neftê û Alîkarê Serokwezîr Huseyin Şehristanî û pişt re jî bi Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî re hatin li bal hev.
Li ser malpera Serokwezîrtiya HKIyê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, her du aliyan jî ji bo ku pirsgirêk bê çareserkirin daxwaz û pêşniyazên xwe bi eşkere anîn ziman. Ji bo ku bigîhîjin encamekî divê gavên cidî û erênî bên avêtin. Her du alî ji vê hêlê ve wek hev difikirin.