ÎSTANBÛL
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalif yên Sûriyeyê(KNŞMS) da zanîn ku biryara beşdariya Konferansa Cenewre-2yê ya ku dê ji bo çareserkirina qeyarana li Sûriyeyê di 22yê anûna Paşîn de bê lidarxistin, bi paş ve xist.
Berdevkê KNŞMSê Lûey es- Safî, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mûn Îran vexwend konferansa Cenewre-2yê û wiha axivî: "Heta ku Ban Kî- mûn deweta xwe ya ji bo Îranê paş ve nekişîne an jî heta Îran şert û mercên beşdariya konferansê bi cî neyne, me biryara beşdariya konferansê paş ve xist.