Welatî çar aliyên avahiyên xwe yên ku nû çêkirine ronî dikin û xwe bi sobayên ceyranê germ dikin û ji ber ku ceyran têrî wan nake di sê danên rojê yekê de jeneratoran dixebitînin.
Ji ber vê jî di her taxekî de jeneratoreke ku ceyrana wê têrî 200 malan dike cih digre. Dema ku ceyrana dewletê diçe ev jeneratorên nav taxan dikevin dewrê.
Welatî him ji dengê van jeneretoran û him jî ji çûyina ceyranê gilîdar in. Jeneretaorên ku ji bo cihên taybet tên bikaranîn sotemeniya wan hikûmet dide lê pereyê sotemeniya jeneratorên nav taxan ji xwediyê malan tê stendin. Jeneratorên nav taxan bi tenê ji bo ronîkirinê tên bikaranîn lewra ji ber ku ampera wan kêm e tu amûrekî ceyranê yên ku di malan de tên bikaranîn pê naxebite. Rêveberiya HKIyê ji bo çareserkirina vê meseleyê xebatên xwe didomîne.