Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz da zanîn ku li tevahiya welêt di xetên ragihînê de cihekî ku ceyran nehat dayîn, nema.
Yildiz di dema têkiliyên xwe yên Slovakyayê de bersiva pirsên der barê çûyîna cêyranê de da.
Yildiz diyar kir ku vejenê dan xetên ragihîn û enterkonnekteyê û wiha axivî: "Peywira ku ji niha pê ve dikeve li ser milê me ew e ku em bi hemû hincet û aliyên wê ve derxînin holê ka çûyîn ji ber kîjan sedemê çêbûn, sedem teknîk e, îdarî ye, siyasî an jî bi hinceteke din çêbû ye. Îşev jî di nav de em dê bi temamî li ser vê mijarê bisekinin."
Yildiz destnîşan kir ku çûyîna cêyranê pirsgirêkeke ku ji ber hewceyiya Tirkiyeyê ya vejenê derketiye nîne û wiha axivî:
"Der barê hewceyiya vejenê û erza vejenê de tu pirsgirêk tune. Dema ku erize çêbû jî vejen hebû. Niha jî heye. Niha dora 32 hezarî, 33 hezar megavatî noqteya pîkê ye. Li Tirkiyeyê ew qas santral hene ku di rewşa dora 43 hezarî pîkê de, ango di rewşa ku herî zêde dikêşê de, dikare vejenê bide. Hêza wî ya avakirî gihişt 70 hezar megavatî. Ango divê mijarê berevajî nekin."
Yildiz destnîşan kir ku di navbera çûyîna cêyranê û li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê rehîngirtina dozger de tu têkilî tune û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez divê bibêjim ku bi taybetî ew kesên dixwazin ku bi bûyera li edliyeyê re têkilî daynin di rêyeke xelet de ne. Min ji hevalên xwe agahî hildan, tu eleqeya wê bi wê mijarê re tune."
Yildiz got ku dê têkiliyên xwe nîvco bihêle û vegere Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em welatekî wisa ne ku bi welatên endamê Yekîtiya Ewropayê re bi senkron dixebitin. Di vê warê de ji aliyê kalîteya vejenê ve tu pirsgirêkên me tunin. Ev erizeyek e, an tişteke din e înşallah em dê hewl bidin ku piştî civînên ku em dê bikin derxînin holê."