Di rojên dawîn de xala herî girîng a di rojeva navneteweyî de cih digre, ew şerên etnîkî û şerên ku di nav dînan de li Komara Afrîkaya Navîn diqewimin in.
Ya ku qîmeta welat zêdetir dike kanên zêr, almas û ûranyûmê ne. Ji aliyekî ve bangewazî tê kirin ku civaka navneteweyî alîkariya lojîstik zêdetir bide, ji aliyê din ve li herêmê şideta bûyerên tundiyê zêdetir dibe.
Herçendî Komara Afrîkaya Navîn herêmeke biçûk be jî ji bo îstiqrara herêmê pozîsyona wê girîng e. Rasterast geflêdana terorê li ser Komara Afrîkaya Navîn tunebe jî, Fransa li hemberî rêxistina terorê ya El Qaîdeyê (Aqmî) şaxa Mexribê ya li bakûr û rojhilatê herêmê, naxwaze xwe bavêje talûkeyê. Fransa bi qasî ku berjewendiyên xwe yê li Komara Afrîkaya Navîn diparêze bi wî qasî berjewendiyê xwe yên aborî yên li Kamerûn, Çad û Kongoyê jî diparêze.
Leşkerên fransayî ji bo gelê sivîl ê Komara Afrîkaya Navîn biparêzin "Operosyona Sangarîs"ê kirin. Di çarçoveya vê operosyênê de leşkerên fransayî li herêmên derdorê jî bi cih bûn. Lê vêga jimara leşkerên li welatên cînar ji wir zêdetîr e. Ji ber vê jî ev dibe sedema nîqaşan ka gelo ji bo çi leşkerên fransayî li herêmê ne.
Serjimara Komara Afrîkaya Navîn 4 milyon û nîv e, ji sedî 10ê vê misilman in. Piraniya misilmanan li bakurê welat dijîn.
Ev welatê biçûk di 2010an de 323 hezar û 575 almasa qarat û 72 hezar û 834 gr zêr îxrac kir. Di sala 2011an de jî 312 hezar qarat almas hilberand. Herwiha li herêma Bakûmaya welat jî kanên têrûtijî yên ûranyûmê hene.
Lê îro roj li welat şerê navxweyî diqewime. Bûyerê di dawiya sala 2012an de dest pê kir. Koalisyona Selekayê ya ku piraniya wan ji misilmanan pêk tê li hember Serokê Dewletê yê Xaçparêz yê bi navê Françoîs Bozîze serî rakir û bûyeran dest pê kir.
Piştî surgûnkirina Bozîze û Selekê desthilatdariya paytext Banguiyê bi dest xist rewş xirab bû. Di vê navberê de ji serokên Selekayê Mîchel Djotodîa xwe wek Serokê Dewletê yê berwext îlan kir. Hetanî meha îlonê kom hat belavkirin, endamên Selekayê çalakiyên şidetê li dijî xaçparêzan li dar xistin. Di vê navberê de komeke xaçparêz a muxalif derket holê. Komê di serî de xwe bi xwe diparast lê pişt re misilmanên sivîl hedef girt. Ev kom îro ji bo herêmê komeke pir xeternak e.
Di dawiya sala 2013an de qeyran mezin bû û bû wek pirsgirêkeke navneteweyî. Hêzên Fransayê gihiştin Bangûî, Bossangoa, Boûar, Bossembele û Damarayê, herwiha li ser tixûbê Çad û Sûdanê ber bi bakurê ve hilkişîna wan didome. Komseriya Multeciyan a Bilind a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji çileya pêşîn a 2012an vir ve her diçe bûyerên şidetê zêde dibin. Ji ber şidetê heta niha 840 kesî cih û warê xwe terikand. 246 kesan jî koçî welatên der û dorê kir.
Di malpera Wezareta Parastinê ya Fransayê de ev îfade cih digre: "Bi Operasyona Sangarîsê dixwazin ku ji bo Komara Afrîkaya Navîn tewdîrên ewlehiyê bibîne û hêza MISCAyê zêde be û bicihbûna ji bo operasyonan hêsantir bibe."
Serokê DYAyê Barack Obama soz da ku dê piştgiriya lojîstik bide operasyonan.