SARAYBOSNA
Ji ber xwepêşandanên li Tuzlaya bajarê Bosna Hersekê ku bi egerên sosyo - aborê rû dabûn, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu bernameyên xwe yên Enqereyê betal kirin û piştî serdana Tûnisê berê xwe da Bosna Hersekê. Davutoglu li wir bi endamên Konseya Serokatiya Welêt û Wezîrê Karên Derve Zlatko Lagumciya re hevdîtin pêk anî.
Davutoglu, berê li avahiya Serokatiya Welêt bi endamên konseyê yê Boşnak Bakîr Îzzetbeovîç re runişt. Pişt re li Wezareta Karên Derve bi Zlatko Lagumciya re hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan Davutoglu bi herdu endamên konseyê yê Sirp Neboyşa Radmanovîç û bi yê Hirvat Jelyko Komşiç re rûnişt.
Xwepêşandan negihişte asta pevçûnê, ev jî erênî ye.
Di daxuyaniya çapemeniya piştî hevdîtinên Davutoglu û Lagumciya hat gotin kirin ku, divê bi lêz ji bo aramî û parastina yekpariya xakê ya Bosna Hersekê reformên siyasî bên kirin û bi alîkariyên aborî ve piştgirî bê dayîn.
Davutoğlu got “yekpariya xakî û aramî û xweşbextî mijarên sereke yên vî welatî ne. Ji bo ewlekarî û yekpariya xakê divê bê dudilî hemu alî piştgiriya vî welatî bikin. Xwepêşandan negiştine pevçûnên di asta dînî û gelî. Ev jî tiştekî erênî ye. Divê her alî girîngiyeke taybet bide vê mijarê.”