06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Hefteya borî ji ber zêde baranê li Gûatemala ya welatê li orteya Amerîkayê hezaz pêk hat û hejmara miriyan derket 161 kesî, li welêt jî 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.
Rayedaran diyar kir ku li gor tespîtên heta niha di hezazê de 161 kes mirin û Serokê Dewleta Gûatemalayê Alejandrdo Maldonado Agûîrre jî ji ber bûyerê 3 roj şîna neteweyî îlan kir.
Di vê navberê de Ajansa Afatên Sirûştî (CONRED) jî ragihand di hezaza duyemîn a ku qewimî de tu tişt bi tu kesî nehat lê ji ber şilî û heriyê xebatên lêgerînê bi rihetî nayên kirin.
Hat gotin ku ava Çemê Pînûlayê rabû û ji ber vê jî li herêmê tewdîrên ewlehiyê zêde bû.
Serokê CONREDê Alejandro Maldonado diyar kir ku ew wisa difikirin ku ji 300î zêdetir kes niha di bin heriyê de ne.
Li herêmê ji ber zêde baranê êvara înê li Cambraya 15 kîlometre dûrî paytext Gûatemalayê hêlan pêk hat û 125 xanî di bin heriyê de man.