Muhammet Kurşun
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, dê roja înê were veşartin.
Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre, ragihand ku dê roja înê termê Celal Talebanî bînin bajarê Silêmaniyê û piştî merasimê bi axê bispêrin.
Sadî Ehmed Pîre li ser bernameya merasima biaxsipartina Talebanî wiha agahî da:
"Tê çavnêrîkirin roja înê termê Mam Celal ji Almanyayê bigihê Herêma Kurdistanê û dê wê rojê bi axê were sipartin. Dê cihê veşartinê piştre were eşkerekirin. Eger em wê rojê pê re bigihên emê wê rojê bikin yekem roja taziyê li Silêmaniyê. Rojên din jî li Silêmaniyê û bajarên din emê ji bo Mam Celal taziyê deynin."
Ehmed Pîre herwiha got Talebanî Serkomarê Iraqê bû, loma jî daxwaz dikin ji Bexdayê bînin Herêma Kurdistanê û li wir merasimeke taybet were sazkirin.
Pîre got dê îro zanyariyên zêdetir li ser bernameya biaxsipartinê belav bikin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, piştî derbaskirina nexweşiyeke demdirêj do berêvarî li Almanyayê di 84 saliya xwe de wefat kir.