Ahmet Nurduhan
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 31 Gulan 2024
Hikûmeta Slovenyayê biryara naskirina Dewleta Filistînê da.
Di rûniştina îro ya hikûmeta Slovenyayê da, madeya naskirina Dewleta Filistînê weke dewleteke serbixwe, hat nirxandin.
Serokwezîr Robert Golob piştî civînê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da anî ziman ku li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên peywendîdarn ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi sînorên sala 1967an Filistînê weke dewleteke serbixwe û serwer nas bikin.
Golob got, "Peyameke tenê ya vê biryarê heye; em dixwazin demildest şer û bê bidawîkirin û dîl jî demildest bên berdan. Ev biryar ne biryareke ku li dijî dewleta Îsraîlê yan li dijî ti aliyekî be."
Tê payîn ku Parlamentoya Slovenyayê hefteya bê ji bo naskirina Dewleta Filistînê bicive.
Ji aliyekî din va Îspanya, Norwêc û Îrlandayê di 28ê Gulanê da biryar dabûn ku Filistînê bi fermî nas bikin.