Mohamed Majed,Ali Semerci
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 31 Gulan 2024
GAZZE (AA) - Hat ragihandin ku li Deyr el-Belaha bajarê Şerîda Xezeyê ji ber nebûna mama û malzemeyên tibî pitikek mir.
Li gor agahiya ji wezîfedarên tenduristiyê hat hildan, pitika 7 mehî Ebû Ataya ji ber nebûna mama û malzemeyên tibî mir.
Wezîfedaran diyar kir ku pitik di pêvajoya şer da bû, ji bo pitikê pêdivî bi şîrekî taybet û ji ber nexweşiyên pitikê jî malzemeyên tibî hewce dikirin; lêbelê ji ber ku Îsraîlê deriyên sînor girtin li Xezeyê sîstema tenduristiyê têk çû, tedawî pêkan nebû.