Türkan Tosun
28 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li herêmên di destê Hûsiyan da ji xortên 18 salî ra çûyîna eskeriyê hat mecburîkirin, hikûmeta Yêmenê bertek nîşanî vê biryarê da û got "ev gaveke bitalûke"ye.
Wezîrê Enformasyona Yêmenê Muammer el-Îryanî daxuyanî da ajansa nûçeyan a Yêmenê SABAyê û got ew li Sanayê mecburîkirina çûyîna eskeriyê ya xortên 18 salî şermezar dikin.
Îryanî got ev gaveke bitalûke ye, Hûsî dixwazin bi vî awayî nifşeke nezan a ku dikarin hêsantir bên kontrolkirin bigihêje.
Îryanî li hember vê biryarê bêdengiya civaka navneteweyî jî rexne kir û bangî hemû mamoste û xwendekaran kir da ku ew guh nedin vê biryarê û neçin eskeriyê.
Hikûmeta Hûsiyan a li Sanayê roja çarşemê pêşnûmaya qanûnî ya li xortên 18 salî eskeriyê 2 salan ferz dike, qebûl kiribû.