Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî di mersima ku li Otêla Erbîl Rotanayê hat lidarxistin de axivî û got ku "Awamedîcayê îro gaveke gelekî mezin avêt. Jixwe şirketa ku ji Fransayê hat, dît ku qelîteya Awamedîcayê baş e pê re protokolê îmze dike."
Barzanî got ku di mijara derman û sîstema tenduristiyê de pirsgirêk hene û bal kişnad ku ne tenê li Kurdistanê li hemû Iraqê pirsgirêkên tenduristiyê berdewam dikin.
Barzanî da zanîn ji bo ku sîstema tenduristiyê derkeve asta standartên navneteweyî, hikûmet berpirsyariya ku hewce dike digire li ser milên xwe. Barzanî ragihand ji bo ku xizmetek baştir ji gel bê kirin her kes çi dikeve li ser milên wan divê bi cî bîne.
Barzanî got ku pirsgirêk tenê bi çêkirina nexweşxaneyên nû çareser nabe û wiha axivî: "Divê em sistema tenduristiyê biguherînin, nexwe em bi sedan nexweşxaneyî çêkin kêr nayê. Ez hêvdîdar im ku Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê hevkariyê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê ev her du wezaret arîkariya hev bikin û sistemeke berfireh ava bikin. Divê ji bo hemû welatiyên Iraqê di mijara derman û qelîteyê de xizmeteke baş bikin."
Barzanî got ku êdî dixwazin ku di tenduristiyê de sistemeke bi qalîte ya ku baş dixebite bi dest bixin û wiha axivî: "Divê me di tenduristiyê de derkevin asteke gelek bilind. Bijîşkên me yên ku li derveyî welêt dixebitin hene. Divê em derfetê bidin wan. Li herêma me hê jî kesên ku bi qaçaxî dermanan difroşin hene. Ewlehî divê van bigire û radestî darazê bike. Ev mijar mijareke mirovahiyê ye."
- "Me 11 fîrmayên dermaman giliyê dadgehê kir"
Wezîrê Tenduristiyê yê HKIyê Rêkewt heme Reşîd jî got ku protokola havkariyê di mijara tenduristiyê de pêngaveke gelekî girîng e.
Reşîd got piştî ku hatin li ser kar xebatên girîng kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me ji 800 milyon dolari zêdetir veberhênanê kir. Me di nexweşxaneyên ku me çêkirin de jimara nivînan zêde girt. Me 900 ton veberhênana dermanî kir. Me qontrola bi qas 3i 6 hezar dermanî kir. Me 11 firmayên ku xeletiyên wan hene giliyê dadgehê kir."
Reşîd got ku hikûmeta navend a Bexdayê têrî xwe piştgirî nade wan û axaftina xwe wiha domand: "Divê Bexda hemû dermanên ku herêma me hewceyê wan e, peyda bike lê tenê nêzî ji sedî 40î ji me re dişîne. Em ji bo bilindkirina qelîteya xwe dê xebatên xwe berdewam bikin. ji ber ku di vê mijarê de kes arîkariya me nake. Divê em hêj gelekî pêş de biçin."
Piştî axaftinan CEOyê firmaya Awamedîcayê Bahram Resûl û Arîkarê Serokê Herêma Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê yê firmaya Sanofiyê Pîûs hornsteîn peymana protokolê îmze kirin.
Ji ber ku îro roja cil û bergên kurdî bû Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî, Wezîrê Şaredariyan Dilşad Şahab û Berpirsyarê Karên Derve yê HKIyê Fellah Mistefa bi cil û bergên kurdî beşdarî merasimê bûn.