Holandayê cangoriyên xwe yên ku di Şerê Duyemîn ê Dinyayê de ji ber dagirkirina Almanyayê can dabûn bi merasimên li seranserê welêt lidarxist ve bibîranî.
Merasima bîranînê ya ewil di avahiya meclisê ya ku li Laheyê ye de hat kirin. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte, serokên Senato û Meclisê beşdarî merasimê bûn û çeleng danîn ser cihê ku navê 18 hezar eskerên ji hêla naziyan ve hatibûn kuştin lê ye.
Li Meydana Damê ya paytext Amsterdamê jî bernameya "Bîranîna Neteweyî" hat lidarxistin û Qralê Holandayê Wîllem Alexander, Qralîçe Maxîma, Serokwezîr Mark Rûtte û bi hezaran kes beşdar bûn.
Qralê Holandayê Wîllem Alexander û Qralîçe Maxîmayê çeleng danîn ser Abîdeya Neteweyî.
Li Holandayê sibê jî wê salvegera rizgarbûna ji Almanyayê bê pîroz kirin. Yekîneyên Naziyan di 10ê Gulana 1940î de ketibûn û Holandayê û di 5ê gulana 1945an de jî welêt terikandibûn.