KARS
Ji bo 90 hezar leşkerên ku li Çiyayên Allahûekberê ji ber sar û sermayê qerisîn û cangorî bûn, li seranserê Tirkiyeyê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyên 100emîn salvegera Harekata Sariqamişê de meşa bibîranînê ya bi navê "Tirkiye bi Cangoriyên xwe re dimeşe" dest pê kir. Efganistan, Filîstîn, Kosova û Makedonya jî di nav de ji gelek welat û çar perçeyên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes, ji bo cangoriyan, di hewaya ku pileya wê din bin sifirê de 10 bû, meşiyan.
Di çarçoveya çalakiyên 100emîn salvegera Harekata Sariqamişê de meşa bibîranînê ya bi navê "Tirkiye bi Cangoriyên xwe re dimeşe" dest pê kir.
Harekata Sariqamişê li ser daxwaza Enver Paşa di serdema Dewleta Osmanî de hat kirin. Bi armanca ku bajarên wek Qers, Batûm, Artvîn û Ardahanê paşve bistînin hat destpêkirin. Leşkerên ku Enver Paşa fermandariya wan dikir, di nav şert û mercên zext û zor de, di ser Çiyayên Allahuekber re, ber bi Sariqmişê ve çûn.
Leşkerên ku cil û bergên wan ên zivistanê nebûn, di piyên wan de pêlav tune bûn dîsa jî li ber fermana Paşa serê xwe tewand û çûn. Artêşa ku di nav de leşkerên 12-13 salî jî hebûn li vir, li hemberî dijmin şer nekirin û ji ber sar û sermayê qerisîn û cangorî bûn.
90 hezar cangorî... 90 hezar trajedî... 90 hezar çîrokên dilsoj... 90 hezar sêwî, weled, bav, bira, mêr..
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek jî beşdarî merasimê bû
Wezareta Spor û Ciwaniyê di çarçoveya çalakiyên 100emîn salvegera Harekata Sariqamişê de, bernameya bibîranînê li dar xist.
Gelek kes ji bo ku 90 hezar leşkerên ku di harekatê de cangorî bûn bibîr bînin, ji serê sibê pê ve li hinda Kizilçûbûkê civiyan.
Ji bo ciwan zext û zora ku di şer de hatiye kişandin bibînin û haya wan ji dîrokê hebe, bi duruşmeyên wek "Nifşa Asim di Rêya Esrê de ye, Erdê Allahuekber, Li Ezman Allahuekber" ve bername hat çêkirin. Qurana Kerîm hat xwendin, dia hatin kirin.
Kesên ku beşdar bûn pişt re dest bi meşê kirin.
Serokê TBMMê Cemîl Çîçek, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Ciwanî û Sporê Akîf Çagatay Kiliç, Waliyê Qersê Gunay Ozdemir, Şaredarê Qersê Murtaza Karaçanta, parlementer, midûrên qamûyê û gelek xwendekarên ku ji bajarên cuda cuda hatin û welatî beşdarî bernameyê bûn.
Çîçek got: "Dema ku em bi wesayitê dihatin min li ser rê dît. Ji Stenbol, Çorûm, Ercîşê hatine beşdarî çalakiyên biranînê dibin. Ez bawer im ku gelek welatiyên me yên ku nehatine li vir jî niha bi diayên xwe tevlî me dibin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu
Serokwezîr Davutoglu ragihand ku bi minasebeta 100emîn salvegera Harekata Sariqamişê, ew cangoriyan bi rêz û hurmet bibîr tîne.
Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Bi minasebeta 100emîn salvegera Harekata Sariqamişê, ew cangoriyan bi rêz û hurmet bibîr tîne. Em ê jî heta ev rih di canê me de be ji bo alaya xwe bilind bikin dê bimeşin. Ne sed hezar sal em ê bi hezar salan vê emanetê pîroz biparêzin û lê xwedî derbikevin. Bila cihê wan bihuşt û rihê wan şad be."
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala jî beşdarî meşê bû û li vir daxuyanî da rojnamegeran.
Ala got: "Kefenê cangoriyên me yên li vir berf e. Çiyayên Allahûekberê ji bo cangoriyên me hembêza xwe vekiriye. Xweda rehma xwe li wan bike."