Cinazeyê 4 pîlotên ku di qezaya teyareyên leşkeriyê yên ku li Eqçedaxa navçeya Meletyeyê da cangorî bibûn bi merasimê şandin memleketê wan.
Ji bo Serdarê Qurmay ê Pîlotê Hewayê Salih Sezer û Osman Onur Ozkaya, Zeynel Ozgur Ozbahçecî û Yasîn Atalayê serpel ên ku di qezaya teyareyê da mirin li Balafirgeha Meletyeyê merasim hat lidarxistin.
Alaya tirkan li cinazeyê cangoriyan alandin û bi erebeyên cinazeyan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Meletyeyê va anîn dewsa merasimê. Cinazeyê cangoriyan danîn ser kevirê merasimê û endamên malbatan teneşo hemêz kirin û giriyan.
Hin endamên malbatan xweva çûn, ekîbên tenduristiyê yên ku li dewsa merasimê bûn midaxeleyî wan kirin.
Malbat û eqrebeyên pîlotan, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz û fermandarên hêzan beşdarî merasimê bûn.
Hat ragihandin ku cinazeyê Sezer şandin Eskîşehirê, yê Ozbahçecî şandin Konyayê, yê Atalay şandin Stenbolê û yê Ozkaya jî şandin Îzmirê.