İbrahim Atmaca
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Hewlêra bajarê Iraqê bi merasimê va nûnertî vekir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê Zekeriya Yapicioglu û nûnerên hin partiyên siyasî beşdarî vekirinê bûn.
Saglam daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan wek partî cara ewil li dervayî welêt nûnertî vekir.
Saglam diyar kir ku li Hewlêrê armanca vekirina nûnertiyê danasîna bername û nasnameya partiyê ye û wiha dewam kir, "HUDA PAR partiyeke nû ye, lê li herêmê giraniya wê heye. Bi taybetî di nav Kurdan da tê nasîn û zanîn. Der heqê me da nêrînên pir neyênî hene. Em dixwazin ku di serî da bi bername, rêgez û mîsyona xwe va xwe li vê derê bidin nasîn."
Saglam diyar kir ku wî duh bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê yê berê Mesûd Barzanî ra hevdîtinek kir û ew ji bo ku li vê erdnîgariyê qala mîsyona partiya xwe û çareseriyên xwe bikin bi aliyên herêmê ra timî hevdîtinan dikin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê Zekeriya Yapicioglu jî got ku ew dixwazin li herêmên din jî nûnertiyê vekin.