BEXDA
Serokê tevgera Sadrê Mukteda es-Sadr bangî gelê Îraqê kir ku hukûmeta Serokwezîr Malikî ji wezîfeyê dûr bixin.
Sadr daxuyaniyek da û got ku Hukûmeta Malikî li welêt tevdîrên ewlehiyê nagire û ji ber vê jî divê ji wezîfeyê bê dûrxistin. Sadr ragihand ku heke li şûna gelê Îraqê neteweyeke din hebûya niha ji zû de ve xwestibû ku Malikî ji wezîfeyê dûr bikeve.
Di daxuyaniyê de hat gotin piştî êrîşa roja yekşemê, êdî 100 roj maweyê jî nadin hukûmeta Malikî. Sadr bi bîr xist ku li gelek bajarên Îraqê bombe tê teqandin û Malikî nikare pêşî li wan erîşan bigire û tenê bi dengekî nerm bertek nîşan dide. Di roja yekşema borî de di teqînên cuda de zêdetirî 60 kesî miribûn û gelek kes jî birîndar bûn.