BAĞDAT
Li Bexda û Bakûbaya bajarên Îraqê 3 êrîşên bombeyî yên ji hev cuda hatin kirin. Hat diyarkirin ku di van êrîşan de 4 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li bajaroka Medaîna li başûrê Bexdayê bombeya ku li nêzî qada fitbolê ya amator hatibû bicihkirin, hat teqandin. Ji ber vê teqînê 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Nehrevana Bexdayê bombeya ku di rê de hatibû bicihkirin, teqiya û kesek mir 6 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Dûr Ed-Dûbbat a li bakurê bajarê Bakûbayê jî bombeya ku di wesaîta Wezîfedarê tenduristiyê Mehdi et-Temîmî de hatibû bicihkirin, teqiya. Di vê teqînê de jî Temîmî canê xwe ji dest da.