Muhammet Kurşun
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
COX'S BAZAR
Misilmanên Arakanê yên ku li dijî êrişên artêşa Myanmarê yên ji 25ê Tebaxê vir ve didomin mucadeleya jiyanê didin, tenê di wê hêviyê de ne ku neyêne kuştin.
Bi hezaran xelkê Arakanê ji gundê xwe direvin çiyayan, bi rojan direvin û hewl didin ku xwe bispêrin Bangladeşê.
Ji aliyekî ve êrişên ewlehiya Myanmarê û nijadperestên Bûdîst didomin û ji aliyekî din ve jî Arakaniyên ku derbasî Bangladeşê bûn ji 200 hezarî zêdetir in.
Misilmanên Arakanê, di erdên ku zeviyên birincê lê û li qeraxa rêyan li ber xwe didin ku ji nêzan nemirin, hêviyeke wan ji bo pêşerojê zeîf bûye.
Penaberên Arakanê ji darên bambuyê û konên ku ji dezgehên xêrxwaziyê stendine holikên jihevketî çêkirine û hewl didin ku tê de bistrên. Di vê qadê de tu xizmetên tenduristiyê tunene û xetera nexweşiyeke berbelav peyda bibe heye.
Ji her temenî bi hezaran penaberên Arakanê 24 seetan li ser rê li benda destekî arîkariyê ne. Zarokên ku hê 10 salî ne darên bambuyê yên 4-5 qatê wan bo malbatên xwe bar dikin.
Lala Xatûna 60 salî ku 10 roj berê ji mala xwe reviya û xwe spart Bangladeşê wiha axivî:
"Gelekî zilim li me kirin. Me xwe avête vir, lê tiştek tuneye. Em hê li sikakan radizên. Hem mêrê min hem mêrê keça min kuştin. Eskerên Myanmarê herdu jî kuştin. Em di nav tunetiyê de ne. Gelekî bêçare man. Hindik be jî îmkanê me yê ku em xwarinê çêkin tuneye. Me kevnikekî ku ser xwe binixumînin jî nedît. Niha li cihê ku em jê hatin zilmeke mezin heye. Eger rojekê ewlehî çêbe dixwazim vegerim."
Penaber Reşîd Ehmedê 40 salî jî wiha behsa rewşa xwe kir:
"Eskerên Myanmarê dixwazin dest dirêjî jin û keçên me bikin. Piştre jî wan dikujin. Esker gundên me dagir dikin. Yên direvin jî dikujin. Ez ji gundê xwe derketim û rojan meşiyam. Bawer nakim careke din vegerim."