01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
DERA/ANKARA
Piştî ku DYA, Rûsya û Urdunê li ser başûrê Sûriyeyê ji bo agirbestê li hev kirin, hêzên Rûsyayê li bajarê Derayê bi cih bûn, DYAyê jî ferman da komên muxalif ku ew bi refên PKK/PYDya rêxistina terorê re li hember DEAŞê şer bikin.
Agirbesta ji bo bajarên Dera, Quneytra û Suweydayê di navbera DYA, Rûsya û Urdunê de çêbû di 9ê tîrmehê de kete rewacê.
Li gor agahiya çavkaniyên muxalif ên leşkerî rayedarên herdu welatan ji bo ku li ser hurgiliyan biaxivin bi komên muxalif ên leşkerî yên li başur re hefta borî sê rojan li ser hevdu li Ammana paytextê Urdunê hatin bal hev.
Hesen Ebu Şeymayê yek ji fermandarê Artêşa Sûriyeya Azad ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Nunerê DYAyê ji fermandarên eniya başûr re got ku ji bo agirbestê xurt bikin û operasyonên li hember rejimê bilez bidin sekinandin ewê piştgiriya leşkerî ya ku didin bidin sekinandin."
Ebu Şeyma got piştgiriya ku DYAyê li başûr dida muxalifan wê êdî bi alîkariya aboriyê û lojîstîk va bê sînorkirin.
Muxalifekî leşker yê nexwest navê wî bê eşkerekirin jî anî ziman ku DYA û Rûsyayê biryar dan ku komên leşkerî yên li başûr bidin sekinandin ku him sînorê Urdunê û him jî girên Golanê biparêzîn û wîha dewam kir: "Nunerên DYA, Rûsya û Urdunê ji nexwestin ku em dev ji şerê li hember rejimê berdin û bi tenê li hember DEAŞa rêxistina terorê têbikoşin."
Ebu Omer Humusiyê berdevkê koma muxalif Şuheda el-Qeryeteynê jî got ku DYA, Rûsya û rejim ji bo ku başûr di nav hevdu de parve bikin li hev kirin û hewl didin ku hêza muxalifan kêm bikin.
Humusî anî ziman ku Amerîkayê ji komên li herêmê ne re gotiye ku bila ew li hember PKK/PYD û DEAŞê şer bikin, li hember rejimê û milîsên Îranê şer nekin, ji ber vê wan têkiliyên xwe ji hêzên koalîsyonê re biriye.
- Li Derayê hêza uris zêde dibe
Di vê navberê de li gor agahiya çavkaniyên herêmî dema li Urdunê hevdîtinan dewam dikir, li gor peymanê hêzên Rûsyayê li 6 herêmên Derayê bi cih bûn.
Hêzên Rûsyayê li taxên el-Saharî û Sebîlê, li navçeyên Îzra û Sanameynê, li bajaroka el-Kinyayê û li Mekteb el-Xetaba bakurê Derayê bi cih bûn.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Saaleyê jî alaya Rûsyayê hat daliqandin.