Ferizat Kaya
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
PEKÎN
Hat ragihandin ku ji Çînê qefleya heciyan a ewil gihaşt Medîneya bajarê Erebistana Siûd.
Li gorî xebera ajansa Şînhuayê ji eyaleta Yunnana başûrê welêt 284 mislimanên çînî gihaştin Medîneyê. Qefle wê li vira 5 rojan bimîne û pişt re derbasî Mekkeyê bibe.
Cemiyeta Îslamê ya Çînî ragihand ku dê îsal 12 hezar mîslîmanên çînî herin hecê.
Endamên heciyên çînî dê ji Pekîna paytextê welêt, Ûrûmçiya paytextê Herêma Muxtariyeta Uygur Sîncarê û Lancouya paytextê eyaleta Gansuyê bi seferên balafirê herin Medîneyê û ji vira jî derbasî Mekkeyê bibin.
Li Çînê 56 kêmnetewe hene û 10ê wan misliman in. Huî (mislimanên çînî) û kêmnetewên uygur, qirxiz, qazax, tatar, ozbek, salar, baoan û dongşiang bi piranî li bakur û bakurê rojhilata welêt dijîn.