Omar Alothmani,Hacer Başer
30 Tebax 2022•Rojanekirin: 31 Tebax 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê 4 moşek li Herêma Kesk ketin ku avahiyên hikûmetê û nûnerên misyonên biyanî lê ne.
Şaxa enformasyonê ya Wezareta Parastinê ya Iraqê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir 4 moşek li Herêma Kesk ketine û xisar çêbûye.
Hat diyarkirin ku moşek ji herêmên Habibiyye û Belediyyata li rojhilatê Bexdayê hatine avêtin û wek mayîn tu agahî nehat dayîn.
Mukqeda Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ku par di hilbijartinên giştî da li Iraqê bi ser ketibû duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kiribû "bi temamî ji siyasetê vedikişe."
Li Iraqê komeke alîgirên Muqteda Sedrê pêşengê Tevgera Sedrê ku li ber Qesra Hikûmetê kom bûbûn û hikûmet protesto kiribûn û her wiha bangî hikûmetê kiribûn ku îstifa bike.
Li Iraqê ji ber vê jî qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.