Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, hêzên rejimê ji bo ku navçeya Kesebê car din bi dest bixe, êrişî herêma tirkmenan a Bayirbucakê kir.
Li girên Çil û pênc û Çalmayê dengê teqînan hat. Dengê teqînan ji navçeya Yayladagiyê jî hat bihîstin û dûmana li ser Kesebê jî hat dîtin.
Di nav du rojan de 25 sûriyeyiyên ku di pevçûnan de birîndar bibûn, anîbûn Tirkiyeyê.