DIYARBAKIR
Ji endamên saziyên sivîl komekê li Diyarbekirê êrîşa li ser şaxa Ozgur-Dera Vanê protesto kir.
Saziyên sivîl ku di nav wan de Komeleya Anadolu Gençlîk, Gonul Koprusu û Ay-Der jî hebûn li şaxa Ozgur -Derê civiyan û li ser navê saziyan serokê Ozgur -Dera Diyarbekirê Murat Koç daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Koç diyar kir ku saziyên îslamî piştgiriyê didine gelê Suriyê ku li hemberî rejîma baasê têdikoşe û hin neteweperestên kurd li diji van saziyan in, der heqê wan de li ser medyayê bi awayekî dijminahî derewan dikin.
Koç, wiha dewam kir: "Ev encama kampanyaya derew û dezenformasyonên li ser saziyên îslamî û alîkariyê ye. Derkete holê ku ev kampanya derev û bê binyat e. Lewma wan tehamul nekir û êrîşî Ozgur-Derê kirin. Lewra derkete holê ku îdîaya qaşo 'hêzên îslamî, li Kurdistana Suriyê kurdên sivîl dikujin' derew e. Em lanetê li vê êrîşê tînin."
Koç, li ser pirsên rojnamevanan got ku wêneyên ku li ser medyaya civakî digerin ne rast in û piştî lêkolînan derketiye holê ku ev wêne û dîmen, ji pevçûnên cihên din yên dinyayê ne. Koç, wisa dewam kir: "Piştî ku me got ev dîmên ne rast in, êrîşên li ser me dest pê kirin. Heke dîmeneke rast di destê wan de hebe bila parve bikin. Der barê îdîaya ku Sirri Surreya Onder gotibû 'komkujî heye' de jî me tu delîl nedîtin."