Hat ragihandin ku balafirên şer ên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de ji hewayê êrîş birin li ser Mûsila bajarê Iraqê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Wezareta Pêşmergeyan bi dest xistin balafirên şer ên hêzên koalîsyonê berêvarê li taxên Qahîre, Şelalat û Tehrîra girêdayî navenda Mûsilê ji 20î zêdetir hedefê bombebaran kirin. Hat îdiakirin ku di êrîşan de gelek milîtan hatin kuştin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Başîkaya bajaroka Mûsilê General Arif Bayram daxuyaniyek da û wiha axivî: "Di êrîşan de derbeyên mezin li rêxistina terorê dan. Li gor agahiyên ku ji me re hatin, DAEŞ ji ber ku di nexweşxaneyên li Mûsilê de cî nemaye, nexweşan ji nexweşxaneyê derdixîne. Her wiha ji ber xebatên rêxistinê yên nav bajêr qedexe anîn ku welatî dernekevin trafîkê."
Berpirsyarê Mûsilê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî jî diyar kir ku di hedefa êrîşan de baregeha leşkerî ya ku berê artêşa Iraqê, niha jî ji aliyê DAEŞê ve tê bikaranîn, bû.
Mûsil duyemîn bajarê mezin ê Iraqê ye û di 10ê hezîrana 2014an heta niha di destê DAEŞê de ye.