Hat îdiakirin ku DAEŞê berpirsyariya êrîşa li ser Muzeya Bardoyê ya li Tunisê girt ser milên xwe.
Ji ser malperên nêzî DAEşê û di çapemeniya civakî de qeydên dengê hatin weşandin. Di qeydan de hat diyarkirin ku rêxistinê berpirsyariya êrîşa ku tê de 23 kes mirin, girtiye ser milên xwe.
Di qeydên dengê de her wiha hat gotin ku êrîş bi destê milîtanên DAEŞê yên bi navê Ebû Zekeriya et-Tunisî û Ebû Enes et-Tunisî ve hat kirin.
Duh êrîşî Muzeya Bardoyê ya li paytext Tunisê kiribûn. Hatibû diyarkirin ku di êrîşê de 20 ji wan tûrîst, peywirdarekî ewlehiyê û 2 êrîşkar bi tevahî 23 kes mirin û 47 kes jî birîndar bûn.