Ekrem Biçeroğlu
27 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2023
Di êrîşên ku hêzên Îsraîlê û niştecihên cihû ji 7ê cotmehê vir va birin ser Şerîaya Rojava ya dagirkirî da 110 Filistînî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji 7ê cotmehê vir va eskerên Îsraîlê û niştecihên cihû li Şerîaya Rojava 110 Filistînî kuştin û hat ragihandin ku bi tevahî 1900 Filistînî jî birîndar bûne.
Wezaretê berê ragihandibû ku di êrîşên hêzên Îsraîlê û niştecihên cihû da 106 Filistînî hatin kuştin.