Önder Beyter
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
RIYAD
Hat ragihandin ku 3 fuzeyên balîstîk yên ku ji xaka Yêmenê ber bi Erebistana Siûdî hatin agirkirin li hewa hatin jinavbirin û herwiha 2 droneên Hûsiyan hatin daxistin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, Serheng Turkî el-Malikiyê berdevkê hêzên hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da diyar kir ku pergalên berevaniya asîmanî pêşî li êrîşa fuzeya balîstîk a ku ji aliyê Hûsiyên li Yêmenê hat kirin, birî.
Malikî destnîşan kir ku 3 fuzeyên ku dijî paytext Riyad û bajarên Necran û Cezanê hatin agirkirin, li hewa hatin jinavbirin.
Serheng Malikî herwiha diyar kir ku 2 droneên Hûsiyan ên ku hedefa wan Balafirgeha Ebha û bajarê Cezan ên li rojavayê başûrê Erebistana Siûdî bûn, ji aliyê pergala berevaniya balafirgehê va hatin xistin.
Li Yêmenê Hûsiyên ku dixwazin desthelatê bixin destê xwe, ji 2014an vir va paytext Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li Yêmenê piştgiriyê dide hêzên rêveberiya meşrû.