Hat ragihandin ku di çalakiyên li Sanaya paytextê Yêmenê ku li dijî hûsiyan hat kirin de hûsiyan jê 4 jin bi tevahî 12 aktivîst revand.
Milîtanên tevgera Ensarullahê ya Hûsiyan çalakvan belav kirin û nehiştin ku protesto bikin. Ji hêla din ve cihê 12 aktivîstên ku bi destê milîtanan hatin revandin ne diyar e.
Bi dehan kes danê sibê li meydana guherînê ya ber derê Zanîngeha Sanayê kom bû û midexeleya hûsiyan ya li ser siyaseta welêt protesto kirin.
Milîtanên hûsî yên li herêmê midexeleyî çalakvanên li meydanê kirin û ji bo belav bibin hewl dan. Her wiha li Yêmenê ji ber ku Tevgera Ensarullahê ya Hûsiyan li paytext Sanayê kontrol bi dest xistin, li bajarên Sana, Îbb û el Hûdeydeyê çalakî hatin lidarxistin.