Ali Semerci
16 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
Hûsiyên li Yemenê yên Îran li piştê ye, ragihandin ku wan li bajarê Zêmarê yê li bakurê welêt droneke çekdar a bêmirov a Amerîkayê daxist.
Berdevkê eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya bidîmen da ya da têlevîzyonê diyar kir, wan li esmanê bajarê Zêmarê droneke çekdar a artêşa Amerîkayê ya cure MQ-9 daxist.
Serî destnîşan kir, drona çekdar a Amerîkayê dema li esmanê Zêmarê peywira êrîşê cîbicî dikir, ji hêla pergalên parastina asîmanî yên Hûsiyan hat daxistin.
Berdevk Serî bal kişand ku bi vê va hejmara dronên çekdar ên cure MQ-9 ên wan daxistin derket 10an.