Rêxistina Polêsan a Navneteweyî (INTERPOL) li ser daxwaza Misirê, ji bo girtina Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsûf el-Karadavî, biltena sor weşand.
Li ser malpera fermî ya rêxistinê ya Lyonê, biryara derbarê girtina Karadavî de hat weşandin û di biryarê de hat destnîşankirin ku Karadavî bi sûcên wek "bi zanetî sûckirin û ji bo sûc teşwîqkirin, ji bo firarkirina mehkûman alîkarî, qûndaxkirin, vandalîzm û talankirin" tê sucdarkirin. Li ser vê yekê ji bo girtina Yûsûf el-Karadavî yê ku him welatiyê Misir û him jî yê Qatarê ye, biltena sor hat derxistin.
Di belgenameya biryarê de cih dan 3 wêneyên Karadaviyê 88 salî.
Dadgeha Misirê ji bo Karadawî van sucan wek hincet nîşan dabû û di 2013yan de serî li INTERPOLê dabû, ku bi biltena sor li Karadavî bigerin.
INTERPOLê jî li ser daxwaza Misirê, di nav de rêvebirê Rêxistina Birayên Misilman (Îxvan) jî ji bo gelek kêsên din biryara biltena sor dabû.