Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm diyarkir ji ber ku boriyên xeta neftê ya ku ji herêmê derbas dibin xisar ditîne rojê 300 hezar warêl neft nikare bê sewqkirin.
Kerîm ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hikûmeta navend a Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê li ser sewqiyata neftê li hev kirin û wiha axivî: "Biryar hat dayîn ku ji çileya paşîn a 2015an pê ve rojê 300 hezar warêl neft wê bê sewqkirin. Lê ji Kerkûkê rojê 300 hezar warêl neft nikare bê sewqkirin. Lewra xeta boriyan ya ku di bin kontrola Şirketa Neftê ya Bakur de ye xisar ditiye û divê bi awayekî berfireh bê temîrkirin. Şirketa Neftê ya Bakur Beriya êrîşên DÎŞIyê jî ji xwe nikaribû 300 hezar warêl neft bişanda."
Kerîm daxuyand ku bûtçeya 2015an divê bi lez pêşkeşî parlementoyê bibe ku ji firotina neftê serê warêlê 5 dolar para Kerkûkê jî bê dayîn.
Walî Kerîm got ku piştî êrişên DÎŞIyê ji ber ku neft nikaribûya bihata sewqkirin û bihayê neftê kêm bû di bûtçeya Iraqê de kêmasî çêbû.
Kerîm wiha axivî: "Sewqiyata neftê ya li ser Ceyhanê ji bo hemû Iraqê pir girîng e. Ji Kurdistanê 250 hezar û ji Kerkûkê jî 300 hezar warêl ixrackirina neftê wê butçeyê zêde bike. Ev jî tê wê meneyê ku para Kerkukê ya ji butçeyê wê zede bibe. 500 hezarî zêdetir mirov bi peymanê ve dixebitin û ji vî karî debara xwe dikin. Em naxwazin derê wan ê ku ji bo nanê xwe dixebitin bê girtin."
Kerîm got ku Şirketa Xazê ya Bakur, Santrala Ceyranê ya Mela Evdila û bîrên neftê di bin tehdîda DÎŞIyê de ne û wiha axivî: "Di navbera DÎŞI û van herêman de bi tenê çend kîlomêtro heye. Di nav du hefteyan de nêzîkî li van deran pevçûn çêbûn, lê pêşmergeyan ev herêm hildan bin ewlehiyê. Hêzên koalîsyonê jî ji hewayê alîkariyê didin."
Lijneya Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya 2yê çileya pêşîn de daxuyandibû ku hikûmeta navend a Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê li ser sewqiyata neftê li hev kirine. Di daxuyaniyê wiha hatibû gotin: "Neft ya hemû ıraqiyan e. Herêma Kurdistana Iraqê wê rojê 250 hezar warêl neftê bide hikûmeta Iraqê. Rojê 300 hezar warêl nefta Kerkûkê jî wê ji xeta boriyan a HKIyê wê bê îxrackirin. Ji bûtçeya ku ji bo artêşa Iraqê hatiye veqetandin, wê para pêşmergeyan jî bê dayîn."